Þîrketên Tirkiye zererê li aboriya Kurdistanê didin
Þîrketên Tirkiyê yên li Herêma
Kurdistanê kardikin siyaseteke wiha dimeþînin ku di xizmeta aboriya
Kurdistanê de nîne û li gor çavkaniyên lêkolînê ew þîrketina ku rêjeya %75
bo %90î þîrketên biyanî ên Herêma Kurdistanê pêk tînin, sermaye digel xwe de
nînin Kurdistanê belkî berevajî sermaye digel xwe de dikêþe Kurdistanê ew jî
zerer dide aboriya Herêma Kurdistanê.
Li gor çavkaniyan ew þîrketina ji bilî wê yekê tu projeyeke pîþesazî û
veberhênanê bi cih neynîn, di heman demê de karker, endezyar, karmendên xwe
ji Tirkiyê ve tînin û hêza karê Kurdistanê bi kar nînin û rê ji nadin ku
endezyarên kurd fêrî wan karan bibin ku li Herêma Kurdistanê pêk tînin.
Di aliyeke din ve li gor çavkaniyan yasaya sermayeguzarî û veberhênanê wek
pêwîst nayên bi cih anîn û bi gotina sermayedaran pir rutîn hene li pêþ
karên wan.
Her weha biryara li bajarê Hewlêrê, navendeke mezin bo lêkolînên aborî bi
navê "Navenda Hewlêrê bo Lêkolîna Siyaseta Aborî" bê pêkanîn ku ji hejmarek
aborînasên cîhanê pêk tê û biryare ew van nêzikan de bê ragihandin.
Herweha biryare Wezareta Plandananê bernameyeke pêþketî bi pereyeke zêde bi
þîrketeke biyanî durist bike bo komkirina CV "zanyariya temam" li ser xelkê
biqebiliyet ê kurd li derveyî welat û piþtre wan CVyana bi ser wezaretan de
dabeþ bike da ku sûdê ji xelkê biqebiliyet bê wergirtin û ji welatên Ewropa
û amerîkayê bînin Kurdistanê û sûd ji pisporiya wan bê wergirtin.
Ev û çendîn zanyariyên nû di derbarê projeyên sermeyeguzarî û rutîn û
pirsgirêkên pêþ sermayeguzaran di Kurdistanê de, di çend hevdîtinek û
roportajekî Sertîp Cewher de, di demên ayînde de, em ê belav bikin.
Siyaseta þîrketên Tirkiye
cihê pirsê ye
Herêma Kurdistanê bo sermayedariyê li Rojhilata Navîn bûye guncantir
dever û bi rengekî lez þîrketên dever û cîhanê jî dixwazin werin herêmê da
ku sûdê ji karê sermayedariyê werbigirin. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî
hewlên cidî dide û bala þîrketên cîhanê rabikêþe û hêsaniyê bo wan dike.
Hevdem qanûneke taybet jî di wî warî de dariþtiye da ku sermayedar piþtrast
bin ku hemû esasên sermayedariyê misoger in û dikarin bê arîþe pareyên xwe
li Kurdistanê bixebitînin û projeyê veberhênanê lê durist bikin. Her weha
bicihanîna qanûna veberhênanê û keþ û hewayê veberhênanê rû bi rûyî arîþeyan
dibe û sermayedar gazind ji ber hin arîþe û rewþê dikin.
Li gor pisporê aboriyê Elmas Hîþmetî, piraniya ew tiþtên ku pêwîst in
bo afirandina rewþekê guncan bo sermayedariyê li Kurdistanê tên bidestxistin
û pêþketina wê rewþê jî girêdayiyê bi bicihanîna qanûna vegerhênanê. Bi
gotina Hîþmetî herêma Kurdistanê pêwîstî bi planeke aborî ya xurt heye da ku
bikaribe aboriya xwe pêþ bêxe. Navborî behsa þîrketên biyanî kir li
Kurdistanê ku dibe ku tûþî rotîn û erîþeyên kiçik bin lê li gor wî, çawaniya
muamelekirin li gel þîrketan û çawaniya karkirina wan li Kurdistanê, pêwîst
e bi hûrî lêkolîn li ser mijarê bê kirin.
Ji aliyekî din ve wezîrê Eþxal û Niþtecihkirinê yê Iraqê Beyan Dizeyî
behsa xirabiya rewia ewlekariya Iraqê kir û bi ya wî ew rewþa xirab bûye
rêgirê sereke li ber avadankirinê û hatina sermayeguzeran bo Iraqê û got:"
Ez dixwazim bêjim prosesa avadankrinê û hatina sermayedaran bo Iraqê
rawestiyaye û qet tuneye, lê ji ber hebûna qanûna sermayedariyê û ewlekaryê
di herêma Kurdistanê de, piraniya sermayedaran bo prosesa avadankirina
Iraqê, yekser Kurdistanê hildibijêrin. Dizeyî got:"Di hemû konferansên
herêmî û navdewletî de min hewl daye nûneriya Kurdistanê bi þande û þîrketê
biyaniyan re bidim naskirin û þîrket û grûbên sermayedariyê teþwîq bikim da
ku bêne Kurdistanê lê xirabiya aboriya deverên naverast û baþûr, rêgir e li
pêþ avadaniyê û tenê projeyên ku hikûmet bi xwe destnîþan kiriye ji aliyên
þîrketên navxwe û çend þîrketên diyar ên biyanî ve tên bicihanîn.
Hevdem Elmas behsa karê þîrketên Tirkiye kir û bi ya wî pêwîst e
hikûmeta herêma hewl bide ku sermaye rabikêþe Kurdistanê û ewê ku li
Kurdistanê heye biparêze û rê nede biçe derve.
Hiþmetô got:" Em nizanin ka çiqas sermaye tê herêma Kurdistanê lê
dizanin çend þîrketên biyanî li Kurdistanê kar dikin. Þîrketên biyanî sal bi
sal diguherin, mînak hindek sal hejmara wan zêde ye û hindek sal jî kêm e lê
%85 bo %90ê þîrketên ku li Kurdistanê kar dikin "turk" in, ew þîrketên tirk
ên ku ez dizanim, li gel xwe sermaye nehênin Kurdistanê, ewê tînin jî çend
alav in bo karê pêwîst. Her weha hejmarek karker li gek xwe tînin Kurdistanê
lê pare li gel xwe nehênin an jî tiþtek li vir cih nahêlin û dema ku
vedigerin Tirkiye, sermayeya xwe yak u li vir dest ketiye, dibin Tirkiye.
Nêrîneke Hîþmetî jî ku divê zû bê çareserkirin ew e, þîrketên Tirkiye
karker û endazyarên kurd bi kar neînin û wan fêrî karên ku ew li Kurdistanê
dikin nakin.
Di derbarê çawaniya muamelekirinê li gel þîrketên biyanî navborî
ragihand ku bi ya wî baþtir e ku þîrketên biyanî dema ku tên Kurdistanê
pêwÎst e li gel þîrketên navxwe proseyan bi hevbeþî bi cih bînin û endezyar
û karketên kurd bi kar bînin û daxwaz jî ji hikûmeta herêmê kir ku di dema
îmzekirina peymanan de mînak ji hezar karker 6 sed kes bila kurd bin û ji 50
endezyar jî bila 25 endezyar kurd bin û bila karker û endezyarên kurd jî
fêrî kar bikin.
Her weha wezîrê plandananê jî di wê baweriyê de bû ku divê þîrketên
biyanî, karker û karsazên kurd bi kar bînin û alavên pêþketî bînin.
Ev demek e xuyaye þîrketên Amerîka û welatên Ewropayê dixwazin werin
Kurdistanê û projeyên mezin bi cih bînin, ew jî amajeyeke pozîtîv e bo
pêþketina aboriya Kurdistanê û pêkanîna esasên veberhênanê lê di heman dem e
ew þîrket tûþî çend problemên cur bi cur dibin li herêma Kurdistanê.
Yunis Cibbe ku sermayedarekî mezin ê amerîkî ye û bi binyad kurd e û
niha dixwaze proþejeke çîmentoyê li parêzgeha Dihokê damezrîne lê rû bi rûyî
arîþeya rotin bûye.
Cibbe nikaribû bi zimanê kurdî biaxafe û xelkê herêma Behdînanê ye,
gelek kêfxweþ bû ku wekî kurdek dikare xizmetî welatê xwe bke û bi ya wî
rewþa Kurdistanê guncan e bo sermayeguzarî û veberhênana biyanî, grûbeke wan
a mezin heye û dixwazin çendîn projeyên stratejîk bi behayê sedam mîlyon
dolar li Kurdistanê bi cih bînin lê navborî dilteng bû ji rewþa îdarî û
ragihand ku rotîn nahêle karên wan bi lez bimeþe.
Navborî got:" Ev salek e kar dikin bo serxistina karên xwe lê hêj
problemên me hene bo qedandina kar bi taybet ligel parêzgeha Dihokê û çend
dezgehên din. Ez dixwazim bêjim ew rotîn wiha dike ku veberhenêr sar bibin û
wek pêwîst nayên Kurdistanê bo karkirinê û ew jî bandoreke xirab li ser
avadankrina welêt dike.
Wezîrê plandananê yê herêma Kurdistanê Osman Þiwanî ragihand ku berî
her tiþtî divê arîþeyên îdarî diyar bikin û piþtre jî kar bo guherîna
sîstemê îdarî bikin.Em pêþtir divê sîstemekî îdarî yê nû çêbikin, baþkirina
sîstemê îdarî jî çend sal dixwaze da ku bikaribin rotîn nahêlin û divê em ji
wê guherînê bawer bikin.
Vekirina gundê Xanzad û Hotela Mezin ji aliyên þîrkeyên emerîkî û
ewropî ve li çend mehên borî, belgeya hatina þîrketên rojava ye bo
Kurdistanê. Çavdêr dibêjin ger hikûmeta herêmê bikaribe kelk ji ew hewl û
derfetina werbigire û hêsankariya zêdetir bo þîrketên biyanî bike, di sala
bê de bo hemû goþeyeke vî welatî dê destê avadaniyê bigihêje û projeyên
veberhênaê lê tê bicihanîn û þîrketên amerîkî û ewropî dê cihê þîrketên
tirkî hilweþînin bi taybet li Hewlêrê.
