Aborînas 
                                                  lêgerîn:

 

     Mal

    Nûçe

     Beþên Veberhênan Li Kurdistan

Borse

Ser înternetê bazara Kurdî

Pêywendî

 

 

Di sala 2007'an de di aboriya Kurdistanê de pêþveçûnên giþtî 

 

Bi taybetî li Kurdistana Azad di qada aborî de jî hin pêþketinên girîng pêkhatin.

Di warê aborîyê de li gor salên parê zêdetir pêþveçûn û çalakî pêk hatin.

• Foruma Aborî ya Cihanê 2007'an de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî yek ji 250 rêberên ciwan yên sala 2007ê yên cihanê hilbijart.

Jûriya ko 34 berpirsên medyaya cihanê pêk tê ji nav 4000 berendeman 250 kes wekî rêberên ciwan hilbijart û yek ji wan jî Nêçîrvan Barzanî ye.

• Pirojekta navenda bazirganî ya Hewlêrê hate vekirin. Navenda bazirganî li Hewlêrê li 12 000 yêke yên bazirganî û parkîngeke otomobîlan ku 5 000 otomobîlan li xwe digire û ji bo du nihûman hatiye parvekirin pêkhatiye û li ser rûbera 20 000 M2 bi gojmeya 1 milyar dolaran hatiye avakirin.

• Kurdistana Federal ku piþtî dagirkirina DYA'yê ya Iraqê bûye navendek girîng a aboriyê, niha jî bala bankayên navneteweyî dikþîne. Li herêmê ku di warê aboriya global de pêþveçûnên girîng pêk tên, bi vebûna bankayên navneteweyî, kartên krediyê û xizmetên din ên bankavaniyê dixe rojeva gel. Midûrê Bankaya Navendî ya Kurdistanê Îbtîsam Necîm Ebûd li ser mijarê diyar kir ku bankaya wan beþek ji Bankaya Navendî ya Iraqê ye lê venêrandina bankayên li Herêma Kurdistanê kar dike, di bin venêdandina wan de ye.

• Nefta Kurdistana azad yekem car kete bazara Cîhanê.Yekem þîrketa biyanî ku li gel hikumeta Kurdistan peymana derxistina neftê mor kiribû û nêzî du sale xebatên derxistina neftê didomîyan tê ragihandin ku bo cara yekem nefta xaw ji Kurdistana azad bi riya vê þîrketa Norwecî ket bazara cîhanê.

• Hikûmeta Japonyayê li Kurdistana Federe projeya danîna santralên hîdroelektîrîkê heye. Siweylî aþkere kir, ku Japonya biryar daye, 3,5 mîlyar dolar deyn bide Iraqê û %17 ji vê deynê jî, ji Kurdistanê rê dê bê dayîn, lê li ser vê biryarê hêj parlemento û hikûmeta Iraqê rizamendiya xwe nîþan nedaye.

• Kurdistana azad di nava amadeyîyên avakirina sazîya firokeyan de ye. Heger tesîs temam bibe dê kurdên Baþûr firokeyên xwe bi xwe çêkin. Hikûmeta Kurdistana azad lîsansa vekirina sazîyek(tesîs) firokeyan da kardêrek kurd.

• Li Kurdistana azad pêþengehên navdewletî hatin li dar xistin.

• Di salên dawî de hin malperên danûstandina online yên Kurdî vebûn. Yek ji wan þîrketan jî KURDEWARI (www.kurdewari.com) ye ku 2007'an de vebû. Kurdewari.com bi zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî weþanê dike û bi vî avahî herkes bi hêsanî dikare ser Kurdewari.com danûstandinê pêk bîne. Bo sîparîþ kirin û kirîna berhemên di kurdewari.com de tenê divê bi avayekî hêsan endam bibin û piþtre jî bi hezaran berhemên kurdî, bi sedan CD'yên muzîka Kurdî li ber destê we de ye..

• Navbera bi hikumeta Kurdistanê û hikumeta Iraqê qeyrana neftê 2007'n de gihêþt asta herî bilind.Wekî tê zanîn rêveberên din ya Kurdistana Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi eþkereyî diaxifin û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest bi kolandina bîrên neftê hate kirin. Lê hikumeta Iraqê karên hikumeta Kurdistanê re dibe asteng û probleman derdixîne.

• Kargeha “Forum Diyarbakýr” ku li herêmê kargeh û projeyeke herî mezin e, bi merasîmek dest biçêkirinê hat kirin. Di merasîmê de çêkirina û pêkanîna proje û kargehên weha ji bo kêmkirina betaliya mirovan û pêþketina civakê girîng hat nirxandin.Serokê Þaredariya Amedê Osman Baydemîr jî, di merasîmê de axaftinek kir û di axaftina xwe de eþkere kir ku pêkve bi hemû aliyên kemxurên Amedê ve hewl didin ku Amedê bikin navendeke çandî, hunerî, bazirganî, geþtuguzarî û zanistîyê. Baydemîr, herweha da zanîn ku plan 30 salên pêþ ya jinavbirîn û kemlandina bajêr hatiye derxistin û li gor vê planê kêmasiyên bajêr tên têkuzkirin."

• Li Kurdistanê cigehên neftê yên girîng hatin vedîtin.
To top of page

 

Girêdanên Sponsor                                                     

 

 

 

 

 

 

 

 

 
 

Girêdanên Sponsor

 

    Li cîhanê rewþa borseyan

 NIkkeI 225
DJIA
 
 NASDAQ
Copyright © 2008 Hemû mafên wî ji alîyê MarketWatch, Inc. ve hatîye parastin. All rights reserved. Please see our Terms of Use. MarketWatch, the MarketWatch logo, and BigCharts are registered trademarks of MarketWatch, Inc. Intraday data provided by ComStock, an Interactive Data Company and subject to the Terms of Use. Intraday data is at least 20-minutes delayed. All times are ET. Historical and current end-of-day data is provided by FT Interactive Data. Earnings data provided by WallStreetHorizon.com.

Nirxa diravên biyan                                        

Currency Converter

 

 

 

Hemû Mafên ABORIYAKURDISTAN ya HKMG ye.  ©  Copyright 2005-2008 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved 

 

© Ev Weþaneke HKMG ye.   Hemû Mafên Wî Parastîye. All Rights Reserved  www.aboriyakurdistan.com            

 Bo Agahî Girtina Derbarê vê xizmetêde. agahi@aboriyakurdistan.com | Pêywendî | Kunye | Advertise with us

 Web Development by HKMG.Hawar Kurdistan Soft